RÎTÊN DERBASIYÊ LI HERÊMA SÊWREGÊ
In: Tez; CANDAN, M. (2019). RÎTÊN DERBASIYÊ LI HERÊMA SÊWREGÊ. Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE; 128; (2019)
Online
Hochschulschrift
Zugriff:
Sêwreg ji demên kevnare heta îro cihekî taybet e li herêmê. Taybetî û girîngiya Sêwregê ji dîrok, erdnîgarî û çanda wê tê. Sêwreg cih û warê gelek şaristaniyên qedîm bûye û di nava xwe de gelek dîn û mezheb hewandiye. Li ser axa Sêwregê gelên ji hev cuda di nav aşitiyê de jiyane û di çêbûna urf û adetan de karîger bûne. Di paşxaneya her urf û adetê de reng û dirûva gelek dîn, gel û şaristaniyan hene. Mixabin li ser cihekî wisa taybet û girîng xebatên akademîk zêde nehatiye kirin û yên hatine kirin jî bi piranî bi zimanê tirkî hatine kirin. Armanca vê xebatê dagirkirina vê valahiyê ye bi zimanê kurdiya kurmancî. Ev xebat li ser rîtuelên derbasî yên li herêma Sêwregê hatiye kirin. Di vê xebatê de me xwest ku urf û adetên ku li dor rîtên darbasiyê kom dibin, bên berhevkirin, ji bo nifşên nû bên veguhestin û çanda taybet a Sêwregê li nav herêmê bê nîşandan. Ji bo gihîştina vê armancê li navenda Sêwregê û 11 gundên wê de xebata qadê hat kirin. Li gorî agahiyên ku bi dest hatine xistin, urf û adetên ku li dor rîtên derbasiyê kom dibin, li gorî mijarên xwe hatin senifandin û nirxandin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku rol û fonksiyonên rîtan him li ser takekes him jî li ser civakê karîger in. Hat dîtin ku bi saya van urf û adetan endamên civakê bi hestên aîdbûnê bi hev re tên girêdan û ev yek jî civakê li dor hev kom dike. Gelê Sêwregê jî bi hestên aîdbûnê di nav civaka kurd de cihê xwe yê taybet werdigire. ; Siverek geçmişten günümüze bölgedeki özel bir yerdir. Siverek’in önemi ve özelliği onun tarih, coğrafya ve kültüründen gelmektedir. Siverek birçok kadim medeniyetin yurdu olmuş ve bünyesinde birçok din ve mezhebi barındırmıştır. Siverek topraklarında birbirinden farklı halklar barış içerisinde yaşamış ve örf ve adetlerin oluşumunda bu halkların etkileri olmuştur. Maalesef böyle önemli ve özel bir yer üzerine akedemik çalışmalar fazlaca yapılmamış, yapılan çalışmalar da genellikle Türkçe yapılmıştır. Bu çalışmanın amacı Kürt diliyle bu boşluğu doldurmaktır. Bu çalışma Siverek yöresindeki geçiş ritüelleri ...
Titel: |
RÎTÊN DERBASIYÊ LI HERÊMA SÊWREGÊ
|
---|---|
Autor/in / Beteiligte Person: | Candan, Mesut ; Yaşayan Diller Enstitüsü |
Link: | |
Quelle: | Tez; CANDAN, M. (2019). RÎTÊN DERBASIYÊ LI HERÊMA SÊWREGÊ. Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE; 128; (2019) |
Veröffentlichung: | 2019 |
Medientyp: | Hochschulschrift |
DOI: | 20.500.12514/3380 |
Schlagwort: |
|
Sonstiges: |
|