LEYLA Û MECNÛNA SEWADÎ (METIN-LÊKOLÎN-ŞÎROVE)
In: Tez; JAHANY, P. (2015). LEYLA Û MECNÛNA SEWADÎ (METIN-LÊKOLÎN-ŞÎROVE). Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE;; (2015)
Online
Hochschulschrift
Zugriff:
Çîroka Leyla û Mecnûnê yek ji çîrokên bi nav û bangên cîhanê ye, ku ji layê gelek kesan va wek çîrokehelbest hatiye nivîsînê. Ev çîroka di binêşa xwe da çîrokeke ‘erebî ye, ku li dû ra belayî nav gelên dî jî bûye. Cara yekem Nizamiyê Genceyî (535- 607/612 KH.) ew çîroka di qalibê mesnewiyê da bi zimanê farsî di zêde ji 4000 malikan da vehûnaye û li dû wî ra bi dehan helbestkarên fars, turk, kurd, ordû ew çîroka bi zimanên xwe di qalibê mesnewiyê da vehûnane. Ev çîroka bi gelek zimanên dî, yên wekî inglîsî, almanî û rûsî jî hatiye venivîsîn û wergerandinê û bûye çîrokeka cîhanî. Her yek ji kesên ku ew çîroka vehûnane, hindek mijar û şax û bergên nû lê zêde kirine û yan jî hindek mijar û şax û berg jê birîne. Bi kurtî her kesî ta radeyekê ew çîroka nêzîkî ferhenga/çanda xwe kiriye. Kurteya çîrokê gorekî binêşa wê ya ‘erebî weha ye: “Keç û xortek bi navên Leyla û Qeysî ku li çolê li ber ajelan bûne, dibine evîndarên hevdu û ji dil û can ji hevdu hez dikin. Lê malbata keçikê qîza xwe nadine wî xortî û bi destê zorê û ne bi dilê keçikê ewê didine mirovekî dî. Kurik li ber evînê şêt û şeyda dibe û rût û pêxwas û serkot li çol û çiyan dikeve. Xelk nasnavê mecnûnî wate şêtî li wî dikin. Ew li çolê dimîne û digel canewerên kûvî û dirinde û firindeyan dijî û êdî navê wî dibe Mecnûn. Keçik jî nahêle mêrê wê dest bidetê û ji bo Mecnûnî evîndar û bi emek dimîne. Di dawiyê da Leyla li dûriya Mecnûnî da hind dibêje û dibilîne da ku nexweş dikeve û dimire. Mecnûn jî bi bihîsatina mirina Leylayê ra tê ser gorina wê û hind digirî û dibêje da ku ew jî li ser gorina Leylayê canî didete canderî. Xelk tên cenazeyê wî jî dikene nav gorina Leylayê û wan her du evîndarana pêkve dispêrine axê.” Eva kakilê vê çîrokê bû. Lê ev çîroka ji layê helbestkarê kurdê farsîbêj Nizamiyê Genceyîva bi şêweyeke rêkûpêk û toreyî tê xemilandinê û Nizamî bi zanista helbestê kirasê huner û toreyê li bejna wê çîroka sade û sakar dike û ewê dike çîrokeka navidare cîhanî. Li dû Nizamî ra bi dehan kes di vehûnan û afirandineweya wê çîrokê da xwe diazimînin û ...
Titel: |
LEYLA Û MECNÛNA SEWADÎ (METIN-LÊKOLÎN-ŞÎROVE)
|
---|---|
Autor/in / Beteiligte Person: | Jahany, Parviz ; Yaşayan Diller Enstitüsü |
Link: | |
Quelle: | Tez; JAHANY, P. (2015). LEYLA Û MECNÛNA SEWADÎ (METIN-LÊKOLÎN-ŞÎROVE). Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE;; (2015) |
Veröffentlichung: | 2015 |
Medientyp: | Hochschulschrift |
DOI: | 20.500.12514/3390 |
Sonstiges: |
|